DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ
DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ
AYHAN MERETOV
RÊZEYA BERHEMÊN SER WÊJEYA DEVKÎ YA KURDÎ Pêşek:
Çax û hiyamên ku neteweya Kurd, hîna nivîsê bi kar nedianîn, wêjeya kevn a Kurdî, bi devkî dijiya. Vêca vê wêjeya kevn a Kurdî kengê, kîja sedsalê, çi hiyamê dest pê kiriye, zor e em bi zelalî diyar bikin. Jixwe di destê me de, çavkanî, zanîn û belgeyeke berbiçav jî nîn e.
Nexwe em dikarin bawer bikin ku Mêjûya wêjeya Kurdî, nola dîroka gelê Kurd xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj e.
Geşedana helbesta Kurdî, bênavber di devê tembûrvanên helbestbêj de, ku gel dibêje wan “Dengbêj”, ji sedsalan ve ye ser û ber; reh û kok; şax û gulî daye.
Em helbesta Kurdî ya devkî, di rê û toreyên ku li ser olê diêne kirinê jî dibînin. Çawa ku hilberînên kevntirîn ên hunerî yên hemû gelên cîhanê, ji toreyên olî derketine, berhemên kevntirîn ên wêjeya devkî ya Kurdî jî, bi vî awayî derketine. Em bi zelalî vê yekê di jiyana olî ya neteweya Kurd de dibînin. Nivîsên Zend Avestayê, qewlên ola Êzîdîtiyê, qesîdeyên ola Îslamê û vê dawiyê jî kilamên ser Elewîtiyê, nîşana vê rastiyê ne..
Di teşegirtina helbesta kevn a Kurdî de, şopa çandî ya van olên hatin diyarkirinê, rasterast dixuye. Wan salên berê di civaka Êzîdiyan de digel lêdana elbaneyê, qewlê olî dihatine gotinê bi awayekî ahengiyane. Herweha di vî qernê me yê dawiyê de jî, dî sa derwêş hebûn. Elbaneya wan di binê çengê wan de bû, dever bi dever, gund bi gund digeriyan, derdiketin ciyekî bilind, qesîdeyên ser şêx, ewliya û pêxemberan digel lêdana elbaneya xwe digotin. Heta ziyaret jî digeriyan. Serê havînê, hefteya pêşî ya meha gulanê, gel pez û qurban dianîn ser goristana gundê xwe, li hev û du diciviyan, xwarin dixwarin, diketin pêşbaziyan, kêf dikirin. Peyre dawetên gel ên herêmên welêt jî, bûne qada pêkînana berhemên devkî. Digel derbasbûna ew çend dem û hiyaman helbesta kevn a devkî, ji aliyê pîvan, cureyê wêjeyî û mijarê ve, zêde neguheriye.
Gelê Kurd, ji serdemên Berî Zayinê ve, li ser ax û ava xwe ya bi xêr û bêr şûnewar bûye. Ne diê zanînê ku ji kû hatiye vî welatî; ne jî, hatiye zelalkirinê ku ji kengê ve li ser vî welatî dest bi jiyanê kiriye. Dibe ku ji serdema Nuh pêxember ve, gelê Kurd xweciyê vê axê be.
Digel şerên mezin ên navbera gelên Rojhilata Navîn, êrîşên hov ên qewmên barbar û herbên giran ên cîhanê jî, gelê Kurd, zû bi zû terka welatê xwe nekiriye. Hiyama ku ji vî gelî re xweş lê hatiye, hewl daye xwe ku, şaristaniya mirovahiyê jî bi xwe re, bi pêş bixe. Huner xurt kirine. Evîn bilind kiriye, derxistiye ser serê xwe. Hezkirin bûye çanda wan a neteweyî... Bi vê çanda mirovane ya hêjayî şanaziyê, berhem dane. Wêje, çê kirine. Çi hilberînên devkî, çi jî yên nivîskî, ciyê xwe li ser serê gelê Kurd dîtiye.
Di dîrokê de Gelê Kurd, rastî çandên gelek neteweyên ku ji derve ve qesda Kurdistanê kirine hatiye. Bivê nevê tesîra xwe li çanda wan wan, li jiyana wan kiriye. Herweha ji çanda wan, ji teherê jiyana wan jî, tiştinan girtiye. Huner, raman û bi van ve girêdayî helebesta Neteweya Kurd, di dirêjahiya qernan de, teşe girtiye, şêwaz guhertiye û gihîştiye heta merheleya îro. Em vê yekê ji berhemên gelî derdixînin.
Beşeke mezin a heyînê çanda gelan, bilî zimên, ahengiya hest ramanê ye ku, bi helbestan teşe girtiye. Jixwe ji ber ku, di jiyana Neteweya Kurd de, bi taybetî li bakurê welêt, di zaravayê Kurmancî de, zimanê nivîsê xurt nebûye, Wêjeye Devkî derketiye pêş. Bi vî awayî, hunera ahengiya zimên, bi devkî geş bûye.
Heta dema serdestiya Îslamiyetê, ev awa pêş de çûye. Hiyama ola Îslamê, vê beşa hunerê qels kiriye. Digel vê çendê jî, motîfên ola Îslamî, ketine nava vê beşa hunera Kurdî.
WÊJEYA GELÎ / WÊJEYA AŞIQIYÊ
Eve kevneşopiya “Dengbêjiyê”, nîşana vê rastiyê ye. Dengbêjan kilamên xwe, di odeyên Mîr û Begên Kurdan de, li serê civatan pêşkêş kirine. Bi vî awayî “Wêjeya Devkî” ya neteweya Kurd, li nava Wêjeya Cîhanê ciyê xwe girtiye.
Lêbelê tiştê ku heye, tim û daîm, tûşî hêsîrî, evdalî, rebenî, pepûkî, belengazî, û dîlîtiyê bûye. Êş û azarên xedar kişandine. Gelê Kurd qêriyaye, naliyaye, hîqiyaye ji ber van derb û hovîtiyên koraneyî. Li ser kul, keser, keder, derd û xemên xwe gerandye. Lawij gotine. Pêşî, jinan peyv dane ser hev û du. Weke mûyê rêsane, kirine tevin; mîna hiriyê hûnandine, kirine ber. Jana dilê xwe yên ji derdan peritî û kezeba xwe ya ji kerban şewitî, bi sedan salan dane der. Peyre jî, ketine devê dengbêjan, bi sewt û awaza wan, olan dane li seraserê welêt.
Dengbêj Huseynê Farê, hozanekî helbestvan e. Kilam, stran û destanên xwe digel dengê tembûrê distrê. Kurdiya Kurmancî, li hemberî Kurdiya Dimilî û Kurdiya Soranî, bi xêra van berhemên devkî gihîştiye roja me ya îro.
Dengek e ji van olanan awaza Dengbêj Huseynê Farî. Nalîneke dûr û dirêj; zarîneke ji geliyine kûr... Gewriyeke mişt bi sebr û sebatê dagirtî. Erê, bi rastî bêhna vî dengbêjî ne mîna ye bêhna tew yek dengbêjekî Kurdistanê. Heta mirov bibêje bêhna Huseynê Farî fere ye. Peyvên xwe yeko yeko, hêdî hêdî û bihemd dibêje. Hem mirov dibe rojên berê hem jî, tehmeke xwe dide dil û hinavê mirovan.
Wêjeya Kurdî ya Devkî, bi gotina gotinbêjên nola Yaşar Kemalî, zav zengîn e. Heyf û mixabiniyeke mezin e ku, têra xwe, nehatiye lêkolanê.
A- JIYANA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ
WARÊ WÎ:
Dengbêjê me, ji bajarê Diyarbekirê ye. Bi eslê xwe, ji gundê Farê ye.
MALBAT Û HATINA WÎ YA DUNYAYÊ
NAVÊ WÎ:
ZAROKATIYA WÎ Û PERWERDEHIYA WÎ:
DESTPÊKA DENGBÊJIYA WÎ:
CIYÊ LÊ GERIYAYE:
MIRINA WÎ:
B- KESAYETÎ WÎ YA HUNERÎ Û NAVDARIYA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ
Huseynê Farî, dengbêjekî navdar e. Nav û dengê wî, li çar aliyê welat belav bûye. Li bakurê welatî her gohdarê kilaman, bi dilkovanî dêhna xwe dayêye.
Taybetiya balkêştirîn a vî dengbêjî, hêdî hêdî kilamstrêna wî ye. Zimanê wî, tama kilamên wî, pîr û şunûrkê wî, di nava dengbêjên dewra xwe de, cihêrengî ye. Her kesê ku bixwaze gohê xwe bide kilamên dewra wî, bi hêsahî nikare jê têbigihîje. Dengbêj Huseynê Farî, ev dijwarî hilaniye. Çi kesê ku ji kilamên dengbêjan fêm neke jî, gava li Huseynê Farî gohdarî bike, bêguman dê jê fêm bike. Wêjeya Devkî, di dem û hiyama wî de, pir lipêş bû. Gel bi dilcoşî li dengbêjan gohdarî dikir. Tehera ku dengbêjên navdar pê distran jî, zêde zêde rewan, bi lez û bez bû. Wê hingê kilamhezan bê pirsgirêk ji van dengbêjan fêm dikir. Mixabin îro ew şansê me tune ye ku em nifşên nû bi hêsahî ji dengbêjên wê hingê têbigihîjin. Ji ber ku gohê me ji peyv û biwêjên resen ên Kurdiya qedîm xerîv bûne, em nikarin wê tama ku pîr extiyar ji kilamê werdigrin bigrin.
Dem û dewrana ku Wêjeya Kurdî ya Devkî, ji aliyê zimanî, şêwazî, teherî û mijarî ve, xwedî asoyeke fere bû, Dengbêj Huseynê Farê jî, daye ser rêya hunermendê mezin ê mîna Evdalê Zeynê. Hem berhemên xwe hunaye, hem gotiye û hem jî hilberînên dengbêjên bi nav û deng ên hevdemên xwe straye. Bi giranî jî ketiye binê bayê herêma Serhediyan.
Dengbêjên me yên dema vî hunermendê me, helbestên xwe, ji aliyê nezmê ve “çarîn”; ji aliyê pîvanê ve “pîvana kîteyî”; ji aliyê kafiyeyê ve jî “kafiyeya zengîn, bikar anîne.
Tiştê ku heye, em teşeyê nezmî “çarînê” yê berhemên devkî ku dengbêj Huseynê Farê distrê, tenê di stranan de dibînin. Pîvana rêzan jî, bi “kêşa kîteyî” hatiye ristinê.
XWESERIYA VÎ DENGBÊJÎ
Heke em bi gîştî bala xwe bidine cîhana dengbêjên Kurmanc, di hêla strangotinê de, tavilê em dê bibînin ku, xweseriya hunerî ya hozanê gelî dengbêj Huseynê Farê, hejayî dahûrîneke wêjeyî ye. Wêjeya me ya Devkî, di kilamên vî dengbêjî de, bi motîfên olî rewişandiye. Berê motîfên çi olê hebûne di berhemên Wêjeya Bêjeyî ya Kurdî de em heta nuha baş nizanin. Wêjeya Gelî ya Kurd, bêtir nêzî ola îslamê ye. Motîfên ola îslamê heta mirov bivê ketine kilaman.
Mînak: Di kilama “Têliyê” de ev malik dibuhurin:
“Na na wele wez ê aşiq û sewdaliyê Bejn û bala te bûmê
Mîna hêsîra pepûka evdala bi baba derwêşî
Wez ê ji xwe re digerim li rûkê vê dunyayê Şamê Helebê Humûsê Hamûyê Kerkûkê Kerbelayê Min ê xwe berda
Meka mukerem Medîna minawer
Kiriye tewafa kevirê Heceruleswed ciyê tobayê Min ê xwe avêtî girê Erefayê”
Digel vê yekê motîfên ku nîşana welatî ne jî xweş bala meriv dikşînin. Di kilama Hebîbayê de ev rêz vê yekê diyar dke:
“Lê taximê sing û berê min keçikê Ji te re mîna hunguvê Zeya
Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê
Porteqalê Yafayê sêvê Meletiyê şirîn e”
Jixwe Xwedê hivza mêrikê misilman bike ji kevir kuç, hîm û xerxarên ku bi ser merivan de hêla dike. Gava keysa wî lê hatiye, hîmine wusa qerase bi ser çewtiyên civakê ve hêla kiriye ku bêhna xwe deraniye. Weke ku ricim kiribe dihêle. Em bala xwe bidine van malikan:
“ Ez ê qe nizanim sûda min û talih tune Ez ê ketime tora heram
Şindo nemendî mêrê xerav Derdê wî nayê kişandinê
Na na wele mîna roviyê beyara bûmê palaxa Kêzikê besta eyşatê rêxê gamêşê golgeniya Ji êvarê heta şeveqan belxemê diavêje Ji hal û demê xwe re dinale”
Di pey van malikan de, dîsa berê xwe dide gemariyên civakî û van rêzan dihûne di kilama xwe ya bi navê Nusredîn û Xatoyê de:
“Tu yê şevekê werî kêrekê Li ser dilê qebraxê bavê min bixe Ew ê herin gilî bikin
Muxtar û ezayê gundê me Temam bêne ser e
Ez ê perçekî rûnê helandî
Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e Muxtarê vî zemanî elimandine Ew ê ruşwet û bertîlên xwe Bigrin li oxira xwe here”
Dengbêjê me, vê keviravêtina xwe, di rêzên berdewamiya heman kilamê de tûj û tehltir dike. Diçe cem şêx û giliyê xwe weha bi awayekî gazinane vedibêje:
Tu were derdê xwe bibêje Dîsa sibe ye ji xwe re Xwedê xêr bike Erê şêxê mino Ez bi ocaxê te kim
Derdê dilê min evdala Xwedê Pur e ne hindik e
Evî kawisê bavê min
Rojê min bi heft heva re bazar dike Eger tu înan nakî
Yek jê Hemoyê Pero ye Wa ye rûniştiye liquncik e Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e Qumur Ûsuvê Nûrê
Yekî gwurî ye Serê wî bi kevnik e Ê lê bedra şêxa heye Tewrî jê re dibêjin Sewadiyê wî Belik e Li ser saetê li Kaniyahenê Rojê barê wî derw û vira dike Berê xwe nede walîlixa Sêrtê Li qeza Batmanê gilî dike
Bi sonda qesemê pênc quruş pere Di cêva wî qebraxî de qe tune ye Lê çavê wî lê ye
Bi fortan viran û derewan Taximê sing û berê min keçikê Mîna mulkê Kaniyahenê
Li ser xwe mor û mezbet û tapo bike”
Dîsa di kilamên vî dengbêjî de, em rastî şopên jiyana gelê xwe; rastî kinc û bergên neteweyî dihên. Di kilama wî ya Têliyê de, ev rêzên hanan vê rastiyê raberî çavê me didin:
“Na na wele min ê vê sibê Xwe berda zozanê me yê jorîn e Min bala xwe dayê
Sê kon vegirtî ne
Min ê ajotî pêşiya konê pêşîn e Min bala xwe dayê
Di bin de sê zerî ne Çavê wan reş e Brûyê wan leglegîn e Dev û lêvê wan tenik e Mîna kaxizê cixarê spî ne Bi kum û kolos û temezî ne
Min ê bala xwe bida
Taximê sing û berê van karîxezalan Serê memeikê wan sor e
Qoratê memikê wan spî ne Mîna sêvê Meletiyê
Hinarê Dêrikê deqdeqî ne Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne Li ser mastê zêrî û zîvîn e Zincîrê dorê xalis û muxlisî Yadê zêrê zer î Reşadî ne Lo lo rebiyo qurbano Wez ê aşiq û sewdaliyê Bejn û balaya ortê me Zalima qîza zalima Navê wê Têlî ye Her duyên dina jê re Bûne kole û xizmetçî ne Yek jê re qawê dikelîne A dinê destmal girtiye Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de dikir baweşîn e
Mîna qaz û qulungê beriya jêrîn e Salê carekê serê xwe ne
Li zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne”
TEHERA PÊ DISTRÊ
Carekê kilama xwe ziwa nabêje. Peyvine ku li nava gel her çendî bêwate ne jî dîsa di navbera rêzan de bikar diêne. Bi gotina gel, kilama xwe li hev diêne. Çêjê dixeyê. Nêzî zewqa gohê gelî dike. Mînak : “ez ê vê sibê berê xwe bidim
Deşta Diyarbekira şewitî
Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Min ê bigotana ji bona
Riza Xwedê û pêxember e Gava tu ê li serê civata rûdinê
Kilama teskereçî Evdilcebar çawişê min Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî”
Di va rêzan de peyvên jorê diyar dikin ku, gotin rasterast ên gel in. Jixwe tim kilamên xwe bi van peyvên ku li nava gel diêne bikranînê dixemilîne. Herweha nola jineke ku li ser miriyekî bi dengekî bi şewat bigerîne lawijên xwe dibêje. Dengê wî mîna dengê jineke mêrane yî pîr ku, li serê geliyekî kûr, ji lat û zinarên bêziman re, li ser bêkesiya xwe bigerîne distrê. Wer li hevudu hatî bi kafiye ne.
ŞÊWAZA WÎ YA KILAMGOTINÊ
Huseynê Farê di nava dengbêjên welat de, şêwaza xwe, ne fena ya tew yek dengbêjekî ye. Peyvên xwe yeko yeko, hêdî hêdî weke hebên tizbiyê li pey hev rêz dike. Bi vê yekê dike ku her kes bikare lê bi kula dilê xwe gohdarî bike.
Şêwaza wî ya kilaman, bi çi awayî gehîştiye tembûrê em nizanin. Ketiye binê bandora çi çandê an çi neteweyê em dîsa nizanin. Gelo berê xwe daye ser şopa hunermendên kîja gelê cîran, bi rastî bona me xem e. Bandora stranbêjên gelê Turk heye li serê an na, dîsa em meraq dikin. Tiştê ku heye, di nava strana xwe ya “ay dolabê dolabê” de, digel newaya stranê ya sirûştî, bi newayê kilamê jî dibêje. Di huner gelê Turk de, jê re dibêjin “uzun hewa”. Ji ber vê çendê em dikarin navê “aşiqiyê” li vî dengbêjê xwe daynin. Çawa ku derwêşan hiyamên berê elbaneya xwe dixistin binê çengê xwe û gund bi gund digeriyan û beyt û qesîdeyan li ser motîfên ola îslamê digel lêdana elbanê digotin, herwusa jî van dengbêjên me, li serê civat koman, rojên şahiyan û roşanan, xax û hunerên xwe yên çanda gelî, li ser motîfên bengîtiyê, egîtiyê û şîniyê nîşan didan.
Ji sê bandên wî, me ev kilam, stran, lawij û destan derbasî nivîsê kirin.
C- BERHEMÊN WÎ:
Em nikarin kilamên hunermendî ji aliyê pîvana kîteyî û serbestî dabeş bikin. Jixwe gelek kilamên wî bi pîvana serbest hatine ristinê. Bilî wan stranên “dolabê, wer hine û qendîla min”, purê kilaman bi pîvana serbestî hatine gotinê. Pergala kafiyeyî ya helbestên vî Dengbêjî, lihevhatî ye.
Cureyên wêjeyî yên berhemên Dengbêj Huseynê Farî, bi giştî lawij, destan, û dilok in, dûrik û kilam in. Tiştê ku heye mirov nikare bi navên resen teşeyên helbestên ku wî ew kirine kilam ji hevudu cihê bikin. Tenê berhemên lawijî, destanî û stranan dikarin bi navine zelalî biêne diyarkirinê.
Giraniya helbestên dengbêjî, helbestên ku di pey mirina – bi zavî kuştin- egîtan de hatine gotinê ne. Helbestên ser merdîtî, rindî, mêranî- mêrxasî û qenciya lehengên kuştiyan e, ser girtiyên fermanlû ne. Weke helbestên ser Emînê Ehmed, Şêx Nûredînû Silhedînê Mala Ûsuvê Seydo, Salihê Dengbêj, Fersende Begê û Yadoyê Dimilî.
1. LAWIJA SER ESKERÊ TESKEREÇÎ
Çeşnê vê kilamê ji aliyê wêjeyî ve lawij e. Pîvana rêzikan hema hema nêzî pîvana kîteyî ye, lêbelê serbest e. Dîsa qafiyeya xwe heye. Di dawiya pirê rêzikan de qafiyeya zengîn xuyaye. Em dikarin pergala helbestê ya kafiyeyî ji derî çavan bikin.
Çîroka vê lawijê jî heye. Lawija ser xortekî ye ku, li eskeriyê tiştekî xerav diê serî. Li gorî ku ji jinikê re hatiye gotinê, qantireke leşkeriyê, li ber derê tewla xwe zîtik(refes) lê dixe û li ber girtina teskere ew dişînin xestesxana Erzincanê. Êdî ev lawij hatiye gerandinê. Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê di kilamê de dibûre, dibe ku kilam ji aliyê wî ve hatibe deranînê.
Dere wî lo lo çawişo lo Ez ê bi virê kavilê Kosê Diketim lo li vê meydanê
Hey lê dayê dêranê
Min dî kaxizê teskereçiyê min girtin danê Teskereçiya bi êvar berê xwe dane
Twewlê nava qantirê Bêxwedîka timarxanê Heyla li min porkurê Teskereçiya ji êvar de Saqo û şalwarê sivîliyê
Li bejna xwe dabûn wî lê mîratê Qantirê nazî dikir
Zîtik cotê çifta pê re Wî lê lê li eniyê danî Min dî Sultanê
bi sê denga dikir gazî Digo lê lê Nîgarê xwekê nemayê Mala bavê te şewitiyê Wezê pê hisiyame bi gotinê gotinbêja
Dibêjin ereba cenazê çawişê te Berê wî dane xestexana
bêxwedîka lê Erzincanê De wî lo lo çawişo lo lo De wî lo lo hatiyo lo lo
Ez ê bi vira kavila Kosê ketime lo lo bidarkelêj ê Min dî alahiya siwariya derketî munawirê Qirana li ser qirana li vê hedefê lo lo vê atêşê Sultanê bi sê denga dikir gazî lê Nîgarê Mala bavê te şewitiyê Wezê pê hisiyame bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî
li ber derê xestexana Erzincanê Zalimê dixtor qalpaxê
serê çawişê te davêje Min dî digo
welatê xerîv û xurbetê
Wê gavê ne xwing e ne dê ye Ne bav e ne bra ye
ne qewm e ne eşîr e Kesekî xwedanê xêra
û xêrxwaz li ber serê Teskereçiyê çawişê te rûnê Hawar Xwedê wele Hurik hurik yawaş yawaş wesyeta xwe bibêje wez ê vê sibê berê xwe
bidim deşta diyarbekira şewitî Hinda Huseynê Farê
lawikê dengbêj e Siwarê cîbê siwar bûye hatiye cem min
Gidî cîba destê wî de Elemana ... Lo lo Mihemed ez ê bextê Xwedê bextê te me Tu yê derbekî bidî
bejn û bala min kevokê min kihêlê Min zerkayê hawar Xwedê
Min kewa axakê nav herêmê Gidî were lo axa
sebra min bête nahê lo
2- LAWIJA SER ZAVAYÊ DEST BIHINE
Ev helbest, ji aliyê cureyê wêjeyî ve, bi mijara xwe, lawij e. Pîvana xwe azad e / sebest e.
Herweha pergala kafiyeya xwe jî heye. Teşeyê ristina rêzan ango teşeyê nezmê xwe nîne. Hema heta li mijarê hatiye, rêz dane ser hevudu.
Berhem ji devê jinê hatiye girtinê. Gotinên vê lawijê, ji devê jineke lawijbêj hatine girtinê. Mijara xwe, şer e. Şerê kor ê navdarî navxweyî ye. Du malbatên mezin pevdiçin û mêr dikujin ji hevudu. Şerê navbera Mala Hecî Mihê û Mala Bekir e. Di şer de zava diê kuştinê. Dibe ku ev her du malbatên mezin biraxweyê hev û du bin. Ji ber ku di kilamê de diê gotinê ku, “ Mala Evdilmecîd pismamê min/ derbekê berdane li bejn û bala birê min
De herê heyla dayê heyla dayê Maqulê digo lê lê Emînayê Malxerabê sibe ye roka gundê Hilate ji aliyê rohilatê
Şewq û şemalê Daye qesr û qonaxê Mala Hecî Mihê
Mala Hecî Begê Senîta tê Wele sibe ye min bala xwe dayê Zirav e dengê tivingê
Mala Hecî çarnekal tê Wele gran e dengê modaliya Dengê zava tê de ker û lal tê Wele sibe ye
Min bala xwe dayê Min dî qiflê qîzan û bûkan Li ber deriyê
Mala bavê min rebenê Li hev civiyane
Dilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibû
Minê digo qayiş hinarîkê Nû dixemilînin wexta li civatê Minê nizanibû bila kula Xwedê Bi sê kulan be têkeve derê Mala Evdilmecîd pismamê min Derbekê berda li bejn û bala Birayê min rebenê
Ez ê vê sibê
Berê xwe bidime kambaxa Hezo Xwe bavêjim bextê
Muhemedê Şabo reîsê eşîratê Minê digo heyfa min nayê Li kuştina mêra
Kuştin riya mêran e Mirin emrê Xwedê Derdê min ew derd e Heyla li min porkurê Dibê wî lo serê sê roja ye Na na wele muxtarê gundê me Her sê dorê
Îro li cezayê brê min Derketine taqîbatê
De herê heyla dayê heyla dayê Maqulayê digo lê lê Emînayê Malxerabê sibe ye
min dî roka gundê Hilate ji aliyê Babasiyê
Şewq û şemalê daye bejna Kanîsimê Pozê kela vê Subhiyê
Wele sibe ye min bala xwe dayê Gran e dengê tivingê
Mala Hecî Mihê
Mala Bekir di nav de xweş tê Dengê mîrata vê modaliyê
Wele sibe ye Min bala xwe dayê Qeflê bûkan û qîzan Li ber derê mala bavê Min rebenê civiyane Dilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibû
Minê digo qê Husna kekê min Lê dikin cilê zavatiyê Min ê nizanibû Bila kula Xwedê Bi sê kulan bikeve Derê mala Evdilmecîd Pismamê me yê xayin Derbekê berda li bejnû bala Bav û brayê min rebenê Hema wezê serê vê sibeyê Berê xwe bidime kambaxa Hezo Xwe bavêjime bextê
Muhemedê Şabo reîsê belediyê Minê digo malxerabo
Heyfa min nayê li wê heyfê Li kuştina mêra
Kuştin riya mêra ye Mirin emrê Xwedê ye Derdê mezin ew derd e Wele divên bûka destbihine Serbixêlî keçika paşê Îro ma li zozan
Li mala bavê li zeytiyê
3- DESTANA SER FERSENDE BEGÊ
Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê. Me jî ev kilam bi her du awayên wê nivîsand. Mijara kilamê li ser Mala Silêmanê Ehmed e ku, binemala Fersende Begê, fedaiyê Partiya Xoybûnê ye. Dema eskerê Turkiyayê pê dikûte ser vê malbata di tayê malbata Mala Ûsuvê Seydo de, mecbûr dibin berê xwe didine Îranê û li wê derê jî, bi niçandina Kemêl îca şer di nava wan û Îraniyan de diqewime. Şer giran dibe hinek ji malbata Fersende Begê di vî şerî de diêne kuştinê. Dîsa jî çawa ku bi mêrxasî li hanberî eskerê Turkan li ber xwe dabûn wusa jî li hanber vê êrîşa eskerê Îranê jî li ber xwe didin.
Helbest ji aliyê cureyê xwe wêjeyî ve lawij e. Lêbelê dîsa ji ber ku pesnê çêyî û egîdiya van xweşmêran daye, aliyê xwe yê epîkî jî heye. Dibe ku navê destanê jî lê bikin. Pîvaneke xwe yî diyar nîne. Hema çawa li hevudu hatiye werê gotiye. Dîsa em di hinek rêzan de rastî pîvana kîteyî dihên. Pergala xwe ya kafiyeyî, heye. Hema hema hemû cureyên qafiyeyî hene. Teşeyê dabeşkirina rêzan ne jimartî ye. Ango em nikarin navê teşeyeke nezmî, weke çarînê lê bikin.
Gotinên kilamê bi awayekî balkêş hatine hunandinê. Hem jinê gotin gotine; hem jî zilêm. Nola ku li nava şerî ev her du li gel hev bin davêjin ser hev û du. Ev teher jî, şarezatiya hunera Devkî ya wêjeya Kurdî ye.
Axawo li min li min li min Xwedayê mim pê dizane Ji berê ve em mehkûm û firarê Destê Roma teres in
Xalisê dinê xwe ne Canfedayê mala şêx in
Axawo li min ax li min li min Lo lo mîro şerekî li me çê dibû Li hewşa serayê
Qalekî giran li me daketiye Mij û dumana şewitî Dîsa li hember e
(Di vê derê de neliheviyek heye. Di bandê wî yê dawî de ev awa jî heye.:) Axawo li min ax li min li min
Heyla lo mîro min go
Şereka li me çê dibû li hewşa Sarayê Qalekî giran li me daketiye
Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dîsa li sersa vê kaniyê Lê dayê rebenê min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da
Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê qolaxa bi tevî
Xalisê Ûsuv Begê
Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema
Dibû hwurmîn û nalîn û zarînê gulê topê Ji êvar de xweş tê
Sewta bêxwedîka vê borînê Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende
Te digo wezê Fersende me Ez berxê Mala Emer im Roja şer biqewime Ez siwarê Eznawir im Na na wele
Ji êvarî Xwedê da
Devê mîratê wan malikan û gawursustema Kirine kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî
Xalisê Ûsuv Begê Bi destê zorê
Bi devê mîratê gawursustema Ji milê van xweşmêra vekirine Nîşan û rutbê Hamidiyê Heyla mîrê min
Hey de hûn ê lê xin
Le bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema
Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxin
Mûma bitefînin şemdana vêxin Xwedayê min pê dizane Ji berê paş de
Mezin û piçûkê me Rabûne ranebûne
Em ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne
Canfîdayê mala Şêx in
Axawo hey li min li min Sed carî li min
Heyla lo mîro min digo Şereka li me çê dibû Li hewşa Sarayê
Qalekî giran li me daketiye Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dayê dîsa li hember e Na na wele min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da
Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî
Xalisê Ûsuv Begê
Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema
Ji êvar de mij û duman e vê sibê Qelebalix e dîsa yeqîn şer e Fersende bi sê denga dikir gazî Digo de lê lê Besnayê
Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê me
Dergûşa ser destê te zarûkê kurîn e Tu baz de şer giran e
Tu yê vê sibê bigre Derkeve ji navê here
Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende
Wele wez ê Besna me Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê me
Dergûşa ser destê min zarûkê kurîn e Îro dikim bi qurbana
Nav û namûsê Mala Emer e Ez ê çi bikim
Bavê Kazim Keremê Qolaxa Sond xwariye bi sondê temam Sondê telaqê jinberadanê Heta serê şahê Îranê jê neke Ji vî şerê hanê
Nayê tu cara venagere Hey de hûnê lê xin
Bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema
Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxin
Mûma bitefînin şemdana pêxin Xweadyê pê dizane
Ji berê û pêş da Piçûk û mezinê me Rabûne ranebûne
Em ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne
Canfîdayê mala şêx in
Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê ( notê berhevkêr). Lêbelê mijara kilamê cihê dibe. Guman heye ku dengbêjê me, kilama Yadoyê Dimilî û Fersende li hev û du xistibe.
De na na wele wez ê dîsa
Li girikê jêrîn û jorîn Wele li ser somerê Hafa her du ava
Li xopana Qizilçubûxê me bidarebî ne Min dî qiflekî suwarê mala Xelîl Wele vê sibê suwar ketine hatê Ji xwe re ge dixarîne ge dilezînin Bila kula Xwedê bi sê kula Tekeve derê Reşîdê lawê Serhed
Derbekî bila li bejna bavê Silhedîn dabû Wele ji êvar de
Bi du guleyen birîndar e Halê wî tu nîne
Min bala xwe dayê
Li erefa meydanê sekiniye
Yadoyê min Dimilî suwarê Nîgarê Kilê çavê Telîyê
Tevî şahê xortan Teyrê ecelê Sadûn e Lawo çavhêşîn e
4. KILAMA SER ŞERÊ NAVBERA
MALA ELIYÊ ZAWO Û MALA EMERÊ SELÎM
Ji aliyê cureyê wêjeyî ve helbest, bêtir nêzî lawijan e. Teşeyê nezma xwe jî, di dirûvê çarînana de ye. Lêbelê em rasterast nikarin bibêjin ku bi teherê çarînî dabeşî rêzan bûye. Herweha ji ber ku ev kilam jî berhemeke wêjeya Devkî ye, ji aliyê pîvana xwe ve, hema hema di qalivê pîvana kîteyî de ye. Di dawiya rêzên helbestê de em, bêtir qafiyeya zengîn dibînin.
Mijara kilamê, şer û pevçûnên janane yên navbera malbatên mezin e. Çîroka kilamê diçe li Emînê Ehmed asê dibe. Serê pêşî, ev serekeşîr, hezkiriyekî gelê Kurd bû. Heta ku nebûbû hevalê eskerê Kemalî, di nava miletê de nola lehengekî dihate dîtinê.
Ev kilam ji devê jinê hatiye girtinê. Em vê yekê, ji rêzikên kilamê derdixin..
Weyla Axawo Axawo Axawo Wezê bi diyarê Silatê
Mala Mûso diketim bi çem û kanî Min dî Bavê Muhemed Selîm Gula suwara lê girê da mihîn canî Bila kula Xwedê bi sê kula
Têkeve derê Mala Eliyê Zawo
Qela mêra li Mala Emerê Selîm Axa anî Weyla Axawo tu Axa yî
Şerê li me çê dibû Li diyarê Silopî
Rezê Mala Mûso lo li vî banî Min dî Eminê Ehmed Gurê meha sibatê
Wa elmanîka xwe hîlanî Ez ê vê sibê
Xwe bawêjîm bextê Namûsa te Sekmanî Tu yê guleyekê bernedî Li bejn û bala bavê
Muhemed Selîm şahê xorta Çakêt li nava milê
Vî xweşmêrî meke Bar giran e lo
Weyla Axawo tu Axa yî
5. KILAMA SER XORTEKÎ KU ŞANDINE ESKERIYÊ
Cureyê vê helbestê, ji aliyê wêjeyî ve kilam e. Pîvana helbestê, herçendî li gorî pîvana kîteyî be jî, bi giranî mêla xwe daye ser pîvana serbestî. Dîsa ev kilam, ne tekûz be jî, weke çarînan dixuye. Herweha qafiyeya wê jî xweş li hev e. Cîcînan qafiyeya nîvco; cîcînan jî qafiyeyên dinê hatine. Kilam ji aliyê mijara xwe ve, êş û jana ku ji ber bêbextiyê ye ku, hevkarên eskeriyê bi keçekê dikin. Delalîkê ber dilê vê keçikê, bi devê muxtar û ezayê wan ku, giliyê wî kirine, dişînine eskeriyê. Bi vî awayî destê van herdu evîndaran ji hevdu hatiye qetandinê. Wan salên berê jî eskerîkirina ji hukûmata Turkiyayê re, zav dirêj bû. Bi hindikî pênc salan diajot. Hema hema kî biçûya eskeriyê, çûyîn ew çûyîn bû. Êdî dagera wan xweşmêran ne hêsa bû. Purê xortan xwe kitim dihiştin, heta şikayetek nehata kirinê, ew wusa veşartî diman ji boy ku ji çûna eskeriyê bifilitîna.
Keçika reben ku bê delalîkê dilê xwe dimîne, vê kilama dilşewat davêje ser xwe, delalîkê ber dilê xwe û heyeta ezayan.
De rê hay lê dîlê dîlê Dîlê lê were dîlê Lê dayê dêranê Xwedê hebîna hûn e Min kur bikin way lê Min kem bikin
Hûn ê berê min bidin Sewqiyatxana Dîyarbekir Qatekî cilê eskeriya Qerenê zava way lê Reş li min bikin
Ji bona reza Xwedê û pêxember Lawikê min ê ecemî ye
Li meydana Erzurûmê
Li pêşîka delalîkê dilê min da Dersan û talimê bikim
Lê hay lê dîlê lê dîlê dûrê
De rê hay lê dîlê
Lê lê dayê nemayê Sibe ye min dî tiranê Ji stesyûna Diyarbekir Wa ye hereket kir Wey lê li min porkurê
Li erdê biniya mala me sekînî Bi sê denga munawire kir Wele min ê vê sibê rabûya Qatekî cilê derwêşan û casusan Li bejna xwe kir
Hawara Xwedê wez ê
Li temamê odê tranê digeriyam Hevo hevo yoxilme kir
Ji bona reza Xwedê
Wele derdê dilê min gelek e Delalîkê dilê min tê da bû Koranî bi çavê min de hato Wey lo min nas nekir Lê hay lê dîlê lê dîlê durê
De rê hay lê dîlê
Hay lê dîlê lê were dîlê Wey lê dayê min go Binîka mala me da Way lo bi zeviya ketim Bila kula Xwedê têkeve Berê ezayê gundê me Her çar ezakê vê heyetê Le çewa destê min û Delalîkê dilê min Ji hevdu qetandine Berê wî dane
Kambaxa Erzurûmê eskeriyê Bêxwedîka way lê vê xurbetê Lê hay lê dîlê lê dîlê durê
6. LAWIJA SER SEÎDÊ EHMED
Kilam ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve lawijî ye. Xwedî pergaleke qafiyeyî ye. Di dawiya rêzan de em, pêrgî qafiyeya zengîn dihên. Rêzên helbestê bi pîvana serbest hatine ristinê. Dabeşbûna rêzan ne bi jimareke diyar e.
Ji devê jinê hatiye girtinê. Emînê Ehmed li Diyarbekirê di girtîxanê de ye, li aliyê mala wan şerek diqewime. Pismamên wan ên bi navê Emero û Mistiko, li gorî hin pîrên nuha ( weke dengbêj H.M.Xatoyê), çav berdidine jineke bi navê Wesîlayê.
Maqûlekî bi navê Seîdê Ahmed ji Mala Emînê Ehmed dikujjin. Wesîleyê jî tê Diyarbekirê, diçe girtîxaneyê ku vê xebera hanê bibêjeyê.
GELO Dê*******************???????????MUHEREM
Gidî lo lo de lo lo de lo lo Min dî Eyşo digo Qasimo lo bra Dilê min î dêşî dêşî
Wî de berxê bavê mino lawo Sibe ye dilê min î dêşî Li dunyayê dîsa sed carî dêşî Wele tu ê vê sibê
Rabe xwe girê bidî Bi xefyanî bi casûsî Lo bra bi derwêşî Tu ê lez bikî Bilezînî bimeşînî Berê xwe bidî
Kambaxa welayeta Diyarbekirê Tu ê pişta xwe bidî
Dîwarê bêxwedîka vê edliyê Berê xwe bidî
Mapûsxana şewitî Qanata jorê
Qawişa diduya nezareta pêşî Tu ê rica bikî
Ji mudurê mapûsxanê Tu ê bibêjî
lo muduro wezê Ketime bextê namusa Te û Xwedê vê edaletê Wele tu ê qasekî Îzna min bidî
Di hundirê mapûsxana şewitî de Wezê bikevim nava
Mehkuman û firaran van xuniya Ez ê qasekî rûnêm li kêleka Emînê Ehmed lawê Perîxanê Min ê bigota
De lo lo Emînê Ahmed Mala te xera be
Wele zalimê Emero û Mistiko Her du pismamê xayin Derbekê berdane
Li bejn û bala Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko siwarê xezalê De îro mala mezin
Maye bêsermiyan e Wezê hatime tu ê Îro ji min û mala me re Keko bra dîsa çi bibêjî Gidî de lo lo de lo lo Wî de lo lo de lo lo
Kul û kedera ber dilê min î De rabe Seîdo tu Axa yî
Eyşo digo lê lê Emîna lê xwingê Wesîla Hesîna lê lawoyê
Gidî wele sibe ye
Wezê bi diyarê riza Qîre Kozika Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko Ketime dayê bice ye Ê lê gran e dengê Tivingê Emero Mistiko Her du pismamê xayin Ji êvar de
Bi ser de kirine şevereş e Mij û duman û xelxele ye De lo lo zalimê Emero Mistiko Her du pismamê xayin
Derbekê berdane
Li bejn û bala Seîdê Ehmed Maqulê mala me ye
Heyfa min nayê li kuştina mêra Heyfa min têyo li wê heyfê Giregirê Reşkotan û Rema
Dibên sebeba van xweşmêran Wesîle ye Bi sonda qesemê Wesîle digo
Haya min ê
Ji vê bêbextiyê qe tune ye Ji berê paşê de şeytanî û fesadî Karê mala Hecî Evdile ye Eviya riyê çendik û çend sala ye Emero û Mistiko mahkum û firarê Li pişta mahpûsxana Diyarbekirê ye Ê de rojê êdan û şahiyan
Bazar û gorişmeya Min ê berê xwe da
Pişta dîwarê edliya Diyarbekir Malxerabo qapiyê mahpusxanê
Xelqê ji min re digo Wesîla korê hûn ê Rabin herin malê
Îro gorişme ji mala Emînê Ahmed re Qe tune ye
Were lo lo de lo lo de lo lo Seîdo tu Axa yî
7. LAWIJA SER ÇAWIŞÊ TESKEREÇÎ
Ev helbest, ji aliyê mijarî ve dilovanî ye(lirik). Ji devê jinekê hatiye gotinê. Cureyê helbestê lawij e. Pîvan, qafiye û teşeyê dabeşbûna rêzan, di tayê rê û rêbazên berhemên Wêjeya Devkî ya gelî de ye.
Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê tê de derbas dibe, guman heye ku wî ev lawij gerandibe. Heke ne hilberîneke wî bi xwe be jî, rasterast kiriye ser navê xwe.
Derê wî lo lo çawişo lo Ez ê bi vira Kavilê Kosê Diketim lo li vê meydanê Heyla dayê dêranê
Min dî kaxizê teskereçiyê Ebdulcebar çawişê min Lo girtin danê
Teskereçiya bi Evdilcebar çawişî Berê xwe danê
Tew lê nava qantir
Û bêxwedîka wî lê timarxanê Heyla li min porkurê
Teskereçiya Evdilcebar çawişê min Saqo û şalwarê sivîliyê
Li bejna xwe dabû wî lê Mîrata qantirê nazî dikir Cotê çifta pê re li eniyê danî Min dî Sultanê
Bi sê denga dikir gazî Digo lê lê Nîgarê Xwekê korê nemayê Mala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja
Dibêjin cenazê Evdilcebar çawişê te Berê wî dane xestexana
Bêxwedîka lê Erzincanê De wî lo lo çawişo lo
De wî lo lo zatiyo lo lo
Ez ê bi vira Kavila Kosê Ketime lo lo bidarkelêj e Min dî alaya siwariya Derketî munawirê Qirana li ser qirana
Li hedefê wî lo lo li vê atêşê Sultanê bi sê dikir gazî Digotî lê Nîgarê Mala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî
Li ber derê xestexana Erzincanê Zalimê dixtor qalpaxê
Serê çawişê wî lê te davêje Min ê digo welatê xerîv û xurbetê Wê gavê ne xwing e ne dê ye Ne ne bav e ne bra ye
Ne qewm e ne eşîr e
Kesekî xwedanê xêra û xêrxwaz tune Li ber serê teskereçiyê
Evdilcebar çawişê te rûnê Hawar Xwedê wele Hurik hurik yawaş yawaş Wesyetê xwe wî lo lo bibêje Ez ê vê sibê berê xwe bidim Deşta welayeta Diyarbekira şewitî Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Min ê bigotana ji bona
Reza Xwedê û pêxember e Gava tu ê li serê civata rûdinê
Klama teskereçî Evdilcebar çawişê min Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî
De wî lo lo çawişo lo lo De wî lo lo zatiyo lo lo
8. LAWIJA SER SALIH ŞAHÊ DENGBÊJA
Cureyê vê helbestê yê wêjeyî lawij e. Hêmanên xwe yên mîna pîvan, qafiye û nezmê hene. Nezma wê ne xwedî teşeyeke diyar e.
Gelek dengbêjên din jî vê dibêjin. Nola Şakiro. Gotinên lawijê ji devê jinê hatine girtinê.
Çîroka helbestê jî ev e: Di dawetekê de yekî bi navê Zekî, şeşagira manêre diteqîne, bêhemdî wî li Salihê dengbêj dikeve. Wan jî ev lawij li serê gerandiye.
Melul melul melulo siwaro Beyazê gotî
Lê lê Gulnazê korî nemayê Sibe ye wez ê
Bi wêrana Melazgîra şewitî
Gundê bikevir kela Suphiyê diketim Naçime gund ez zûka bikereng e Bira kula Xwedê bi sê kulan be Têkeve derê konê
Zekiyê lawê Mîran Begê Min dî vê sibê
Li refê siwara kirî gazî Digo gelî siwaran
Bûka me derxînin êvar hat Roka me çû dîsa li me dereng e Min dî mîrata şeşagira manêrê Vê sibê di destê Zekiyê lawê Mîran Begê dabû deng e Guleka bi dest berdayê
Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêja Gula xorta teyrê
Ser milê qîzan û bûka Nema bû sîma reng e Heyfa min nayê
Li kuştina egîtan û xweşmêra Heyfa minê têyo li wê heyfê Îro bêxwedî û sermiyan mane Her çar gundê dor heft reng e Beyazê gotî Gulnazê korî nemayê Sibe ye wez ê
Bi wêrana Melazgîra Şewitî Gundê bi kevir
Kala Suphiye diketim Îro naçim gund e
Wa zû lê dîsa bi dawet e Minê vê sibê
Bal û dêhna xwe berdayê Min dî mîrata şeşagira manêrê Li destê lawanê Mîranî Begê Gidî lo lo dîsa gurîn ketê Guleka bi dest berdayê Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêja Gula xorta teyrê
Ser milê qîzan û bûka Wêre felekê mala te xera be Wele şikestî per û qanatê Çok û çingê min hermetê
9. DESTANA SER BENGÎBÛNA NAZÊ YA LI HUSO
Teherê hûnandinî ya vê helbestê têra xwe seyr e. Em dikarin mînakên
berhemên weha yên Wêjeya xwe ya Devkî, rûkarî berhemên Wejeya Cîhanê jî bikin. Ji ber ku gotinên helbestê ji du aliyan ve hatine rêzkirinê.
Cureyê wêjeyî yê helbestê lawij e. Pîvan û qafiyeya xwe heye. teşeyê xwe yê nezmî jî, li gorî mijara rêzan ji hev û du hatiye dabeşkirinê.
Ev ji devê gelek dengbêjan ve diê gotinê. Ji hêla mijarî ve hem dilînî ye hem jî destanî ye. Li ser evîna navdar a Nazê ya ser Heso ye.
Dewran e dewran e demê dewran e Nazê digo Heso pismamo
Sibe ye wez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Dilê min bi deman e
Xwazgînçiyê min rebenê hatine Ji êvara Xwedê de
Di mala bavê min de Li hev civiyane Lo lo min bi heyrano Bi gotinê gotinbêja
Dibêjin şîranîka min xwarine Dê bi rebeno nîvê qelenê xwe dane Na na wele wezê vê sibê hatime Xatir ji pismamê dilê xwe bixwazim Ez qe nizanim
Hal û dem û birînê te çawa ne siwaro
Dewran e dewran e demê dewran e Huso digo lê lê lê Nazê malxerabê Na na wele ji bextê min û te re Dîsa bi ser me de
Li esmana agir dibare Le dilê min evdalê Xwedê Ji hêlîna hêlîna teyrê nar e Bila hêlîna xwe çê nekirana Li Geliyê Zîla
Li serê Çemê Hesen Evdalê Dê bi rebenê li reşik û tarî Na na wele tu ê
Ji oxur û feleka xwe nemîne Here ji xwe re
Bi meqsed û muradê dilê xwe şa bibe Ew ê rebê alemê
Aniye serê pismamê te
Neanî serê wî Eyûbê kurmaxwarî Nazê heyla Nazê Nazê
Te çavreşê bejinbilindê Gerdengazê bermuradê Wele tu yê gava Xatir ji min dixwazî Hinekî giyayê buharê Di binê min raxîne Wele Huso brîndar e Halê wî tunîne
Bila qasekî serê xwe dêne Hay lê ji xwe re razê
Derê dewran e dewran e
Dewran e dewran e demê dewran e Nazê digo Huso pismamo sibe ye Wez ê bi Geliyê Zîla
Çemê Hesen Evdalê diketim Dîsa wa li hersek e
Di seriya min û te re deşt û zozan e Malxerabo di biniya me de
Hêlîna teyrê basbelek e
Bi sonda qesemê xwazgîniyê min ê Di mala bavê min de
Ji êvara Xwedê de rûniştine Dibên şîranîka xwe xwarine Maye dawa çek e
Hêviya min heye Ji rebê alemê mîrê mîra
Di pey pismamê min de Tu carî qedera min ê Li eniya lawê bava neke Lo lo malxerabo wele Tu yê were vê sibê Qase kî serê xwene
Li ser çoka dotmama xwe dêne Ew derdê ku
Di canê pismamê min de ye Belkî rebê alemê
Bigre canê min giş suwaro
Dewran e dewran e demê dewran e Sibe ye wezê bi Geliyê Zîla
Çemê Hesen Evdalê diketim Tê re ne zinar e bilind çiya Bejna Nazê zirav e takê rihana Li serê heft newala dozde riya Şevekê ji şevê payizê
Heta nimêja serê sibê Nazê bi stûxwarî Li ber serî rûniştiye
Serê wî ji ser çoka xwe danî Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de digiriya
Bi emrê rebê alemê qasidê qolfelekê Li ser singê wan peya dibû
Girtî ruhê wan her duya Na na wele
Bi gotinê gotinbêja divên mekanê Huso û Nazê Li nava Çemê Hesen Evdalê Bûye ziyareta tawiyan û bawiyan Hey lê Nazê Nazê
Te çavreşê bejinbilindê gerdengazê bermuradê Lê lê malxerabê gava tu yê xatir ji min dixwazî Hinekî gihayê buharê Di binê min de raxîne Wele Huso brîndar e Halê wî tune
Bila qasekî ji xwe re razê
Cureyê helbestê, kilam e. Ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeyê û teşeyê nezma xwe ve, di dirûvê berhemên wêjeya Devkî de ye. Herweha mijara xwe jî, li ser evînê ye. Kevneşopiya Aşiqiyê diêne ber me. Ev awayê hunerê xwedî rabirdûyeke kûr, dûr hur e. Di qada wêjeya gelên cîran de jî ev awayê hunera helbestî bala meriv dikşîne. Bi taybetî edetekî wêjeya Devkî ya Turkan e û gelek mînakên xwe hene.
Kilam ji aliyê mijarî ve evînî ye .Yê ku klamê derxistiye dengbêj Huseynê Farê ye. Ciyê kilamê Diyarbekir e.
Ereba de lê lê lê
Karîxezala dilê min malxerabê Deşt û zozan nemane
Ez li karîxezala xwe temam lê geriyam Dîsa kor poşman
hêdî hedî yawaş yawaş
Berê da sûra diyarbekira şewitî Min ê digo ciyê şêxan û ewliya Em ê gava ketibûn
sûra bedena Diyarbekira
Serê Mêrgahmedê çarşiya şewitî Nava elbikçiyê van Elîpariya Min ê digo çiqa cîkî fere ye Serê ewilî qasekî ji xwe re Di nav de digeriyam Min bal û xiyala xweni dida Bejn û temtêla qîzan û bûkan Yadê van zeriya
Na na wele min ê Xwe pê da pê da
Berdaye pişta Mala Elîşêr e Min bala xwe dayê
Govenda qîzan û bûkan Bi sêpiya bi sê qefla digeriya Dilê Huseynê Farê lawikê dengbêj Dilkî qure bû
Di nar temamê qîz û bûka de Ji xwe re ketibû sisiya Minê digo ewa mezin Ji min re bikêr nayê Ezê bînim ji bona Şivan û gavanê gundiya A diduya ji min re nabe Ez ê bînim ji bona Kutlik û şanborekê Teresê van Mardînliya A sisiya kinik î orte bû Li çax û benda min Lawikê xelkê re
Min anî bû ji bona Henek û laqirdiya
Şevekê ji şevê payizê serê kanûna Min ê gava destê xwe
Avêtibû gurmitikê piya Min ê dimêt di devê Taximê singan û bera Hinarikê rûya
Na na wele
Çiqas necar û merengoz Li Diyarbekira şewitî hene Ez ê li temama
Li giştika digeriyam
Min ê cotekî nalîn û qafqafkê kirî Du bohist û çar tiliya
Ew a kinika ortê bû Ji çax û benda min Lawikê xelkê re
Şevekê ji şevê payizê serê kanûna Min ê gava destê xwe
Avêtibû serê gurmitikê piya
Mîna kevanekî ji kevanê destê teresuliya Bi ser de diaşuya
Ji hal û demê xwe re dîsa ditewiya Min ê devê birî
Taximê singan û bera Dev û lêvê cotilmiya Hinarî rûya
Singa vê teresbavê hişk bû Mîna helawa Entabê Bi çakûç û tevşoyê destê Necar û merengoza nedişkiya Mîna hingivê Sêrtê dimsê Pisyanê Wî tiriyê çiyayê Şengalê
Bi ser dev û lêvê
Min lawikê xelkê de diheliya Ji kerba ramûsanê vê teresbavê Sî û sê dranê min
Bi hev de diweşiya Ereba min hay lê lê ax Karîxezala delala dilê min De rabe hay lê lê
Ereba min de lê lê lê
Malxerabê min ê digo sibe ye Sed carî sibe ye
Karîxezala dilê min Min ê digo sibe ye Sed carî sibe ye
Stêrkê rûesmana Çima winî qube ye Min dî karîxezala li xîmê Binê beriyê digeriya Li tûmê kelemoka Gele bi gele ye
Bi sonda qesemê ew maleka Qîz û bûk lê tune ye
Mîna aşekî ji êvar de xerabe ye Bêqiraş e bêdore ye
Mîna xanekî ji xana binî toz e Binî bizibil û zibare ye
Ew malika qîz û bûk tê de heye Dixwazî bila mala
Şivan û gavanê gundiya be Eynelyeqîn e werre ye Tiştekî derew xalif
Di vê galegal û gotinê de tune ye Lê mala wî şivanî û wî gavanî Çima qîz û bûk tê de heye
Bi şiklê konê bavê Evdilhemîd ava ye Lixêmê binê beriyê biçît e biperde ye Bimisîn e bigumgum e biqawe ye Sedema çavê qîza
Tim û daîm şêwr û mişêwrê Hezar hev dengbêjê mîna Huseynê Farê lê heye Ereba min hay lê lê lê
Karîxezala dilê min hay lê lê
11. KILAMA KEÇIKA BENGÎ YA SER DELALÎKÊ BER DILÊ WÊ
Helbesta me, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, di hêla wêjeya Devkî de, bi navê ‘kilamê’ diê binavkirinê. Jixwe aliyên xwe yên pîvanî, qafiyeyî û teşeyê nezmî jî vê rastiyê diselmîne.
Ev helbest, rastî, durustî û xalisiya evîna kevnar a bav û kalên me dide nîşandanê.
Kilam ji aliyê mijarê ve li ser evînê ye. Keça ku dil berdaye xortekî , di hiş xeyalê xwe de dixwaze ku, cilê delalîkê dilê xwe bibe bişo. Navê keçikê Gulê ye. Radibe kincan hildigre, dibe ser ava Feratê, li wê derê, avê, zelal nabîne , dilê wê qerar nade ku bişo. Ji wirê diçe ser ava çemê Cizîra Botanê. Li wê derê jî avê, li gorî dilê xwe paqij nabîne. Dawiya dawî diçe ber ava kaniyên çiyê ku cilê delalîkê dilê xwe bişo.
Dîsa gotin ji devê jinan hatiye girtinê.
Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Min ê go bejna
Karîxezala dilê min zirav e Takî rihana li binê çiyakê Bêxwedîka vê Musûlê Sebra min de hê lê lê
Min dî Gulê vê sibê Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo lawiko mehrûmo Min ê vê sibê
Cilê delalîkê dilê xwe Hildaye daye li hev pêça ye Erê hey lê dayê
Min ê berê xwe daye Ser ava çemê Diyarbekir Wez ê gava diçûm
Ser ava Feratê Diyarbekir Wele min ê bala xwe dayê Şopa qatirciyê Sêrtiya bû Guherê miya bû
Mexelê boşî deva bû Wî devê min digo Dilê min ê
Ji devê min re qerar nedida Min ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûştî li avê nedida
Heywax li min porkurê hay lê lê Na na wele min ê vê sibê
Car dinê cilê delalîkê dilê dilê xwe Tev dabû tev pêçabû
Ser ava çemê Cizîra Bota bû Min ê bala xwe dayê
Di ser me re selexane Li serê av û arava spiya bû Hûr û pizûrê miya bû Devê min digo
Dilê min ji devê min re qerar neda Min ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûşt li avê neda
Hey wax li min porkurê hê lê lê Erê hey lê dayê
Li min porkurê Min bala xwe dayê Ji min wê de çem nemaye
Bi ser min re dax û gelî û çiya ye Min ê berê xwe dida wî çiyayî Belekê berfê lê xuya ye Wez ê gava diçûm Belekê berfê wî çiyayî Min bala xwe didayê Bi sê ciya ji serê çem û kanî Ava zelal jê kişiyayî
Li wî çiyayî li belekê berfê tetişê ava Li çol û yabana Xwedê
Min ê kuçikê xwe çê kir Sê hev kevirê xwe danî Sîtila xwe li ser danî Teşta xwe li ber danî Serê buhara ewil bû
Paşiya payizê dewamiya neh meha Li çol û çepera
Pêjna delalîka dilê min Li min dayî
Wele li wî çiyayî Takî êzing qe nemayî Sabûna min keçikê Barê heft deva bû
Qediyayî kirtikkî jê nemayî Teşta min qul bûyî
Sîtila min şikiyayî
Tilî û pêçiyê min î zeriyê karîxezalê Di ber av û arava
Delalîkê dilê min de giş mihiyayî Erê hay lê lê Gulê
Hay lê lê Gulê lê
Erê bejna karîxezala dilê min zirav e Takî rihana li serê çiyakê
Sebra min de hê lê lê
12. EVÎNA QÎZMETÊ YA SER “LAWXALO”
Cureyê vê helbesta Dengbêj Husynê Farî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, ‘kilam’ e. Ne bi giştî be jî, dîsa helbest, ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeya dawiya rêzan û teşeyê dabeşbûna helbestî ya nezmî bi awayê berhemên wêjeya Devkî ne.
Kilam li ser evîndariyê ye.Gotinên vê klamê ji devê jinê ye. Keça ku ev kilam avêtiye ser lawê xalê xwe, bengî bû ye. Lêbelê, negihîştine hev û du û keçikê bêdil dane yekî ne baş. Keçik gazin û lomeyên xwe dike.
Erê lawxalo bejna min zirav e Wa rihana zer e
Erê kurxalo bejna min zirav e Wa roka zer e
Taximê sing û berê min Keçikê ji te re
Mîna textê Sultan Evdilhemîd Bixwendin e bihesab û
Wa bizêr û bizeber e Cotê memikê min ji te re Malxerabo mîna kewê li qefesê Bi bask û per e
Sî û sê dranê devê Min keçikê spî ne
Mîna ne birincê Şêxanê Qerecdaxê Salik û dozde mehê Xwedê Wa li raser e
Malxerabo te yê kirî Terka bejna min a zirav Sî û sê şêbiskê belekê çava Ez ê ketim tora kotî heram Jindo nemerdiyê xerab Derdê wî nayê kişandinê Şevê nîvê şevê
Li ser taximê
Sing û berê min keçikê Ji xwe re dike
Herba û ceng û şer e Lawxalo wez qîzmeta te me Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta ye me
Wez û lawxalê xwe ne Li erdê binya malê
Li ser kaniyê li hev rûniştin Ez û kurxalê xwe
Li erdê biniya mala Ser kaniyê li hev rûniştin
Hestirên çavê min û lawxalê min Mîna tofana Nuh pêxember Kevirê zinara
Qûmê derkê çeman tev dişûştin Malik xerabo ji ber griyê min û te Min dî mriyê mezela
Di hundirê qebra xwe de rabûne Kefenê xwe ne bi devê girtine Digotin ha ho medet û rûniştn Malxerabo min û te
Gilî û gazinê xwe kirine Lome me ji pa re hiştin Lo kula Şamê Helebê Di mala bavê te bikeve
Te ê kirî terka bejna min a zirav Şûsê sê biskê belek çava
Ez ê tora kotî heram
Jindo nemendiyê mêrê xerab
Wele derdê zewaca bêdil nayê kişandinê Royê carek te ez dikuştim
Lawxalo wez qîzmeta te me Erê lawxalo wez qîzmeta te me
Ez ê ji bejn û bala xwe ve Bêşik û bêşubhe me
Tu yê meke xem û mereqa heft sala Here li welatê
Xerîv û xurbetê bigere Gava tu vegeriyayî hatî
Dîsa wez marîna lawxalê xwe me Lawxalo wez qîzmeta te me
(têbinî: dengbêj, di qaseteke xwe ye din de van malikên han jî li vê kilamê zêde dike.) Lo lo lawxalo heyra min go
Xatûnîka kurxalê qerîşan e Ez ê vê sibê rabibim
Berê xwe bidim kambaxa Welayeta Diyarbekira şewitî Ba nalbenda bazinê
Destê xwe derxim Jê ra têkim lo çarhezar e Ez ê xizêma pozê xwe
Goharê gohê xwe derxînim Jê ra têkim hûrik hûr bizmar e Ez ê sî û sêbiskê xwe jêkim Jê ra têkim ser kelê Wêris Begê Lo dor hevsar e
Wê rojê êdan û şahiyan Wê bê lawxalê min Lingê xwe têke rikêbê Destê xwe bavê dizgînê Berê xwe bide xêrîviyê
Binê beriyê welatê xerîv xurbetê Nava heval û hogira da
Bera xelk nebêje qebraxo Dost û yara wî tu nîne
Çi siwarekî bêçîk û lo bêpergal e Lawxalo wez qîzmeta te me
Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta te me
13. TÊLÎ
Cureyê vê helbesta xweş, ji aliyê wêjeyî ve “kilam” e. Pîvana rêzên wê, nêzê “pîvana kîteyî ye. Herweha qafiyeya xwe bi xurtî bala meriv dikşîne. Teşeyê xwe yê nezmê gelek dirêje. Heta mijara wê yek e, rêz ji hev û du naqetin. Ji ber vê çendê em nikarin navekî nezmî lê bikin. Bi her awayê xwe serbest e.
Mijara helbestê jî, li ser evînê ye. Vê carê bêtir hest daxwazên xort derketine pêş. Dîsa bi temamî helbest ji aliyê gotinên xwe ve, ne malê mêr bi tenê ye; gotinên balkêş ên keçikê jî hatine gotinê.
Aliyekî seyr ê vê helbestê jî ew e ku, bengîbûna melankolîk a xortî aniye zimên. Di wêjeya me ya Devkî de mînakê bi vê teherê ne ew çend zav in.
Ev berhema ku hilberîneke wêjeya Kurdî ya Devkî ye, hêjayî rexnegirtin û lêhurnihêrîneke hunerî ye. Li benda keda rexnegiran e ku hindekî xwî û xwîdanê birêjin li serê.
Were Têlî were Têlî were Têlî Hey lê zalimê lê lê lê
Ez ê serê sibê
Radibim ji xewka şirîn Bang dikim dibêjim Têlî Bi nava rojê dibêjim Têlî Bi êvarê dibêjim Têlî
Bi seetê bi gavê bi deqê b isaniyê Ji axîn û kedera dilê xwe re Wez ê bang dikim dibêjim Têlî Lê lê Têliyê malxerabê
Wele tu hur î boz î beyaz î Xalis î mulis î
Neh nav û ne îmze Li ber navê te ne ketine Li ba dilê min
Dîsa tu yê pir şirîn î Malxerabê wele tu kihêl î Tu yê vê sibê
Li qarişî çavê min sekini yî Ez nizanim qîz î
We nizanim tu bûk î Ez nizanim tu jinebî yî Ser dev û lêvê te yê bixêlî Îsal sala hefta û heşta ye Dilê min kete te
Çima tu yê xwe ji min vedişêrî Lê lê malxerabê
Heft hev birayê te hene Heft hev xwingê min hene Ji bona xatirê çavê te Wez ê Ji te re têkim berdêlî Were Têlî were Têlî were Têlî
De lê lê zalimê lê lê lê Têliyê malxerabê
Min go buhar e buhara rengîn e Zalima qîza zalima
Buhar e buhara rengîn e Li seriya me zozan e Li biniya me de
Bingol e Serhed e Şerefdîn e
Brek malê bava Têliya min bar kirine Li zozanê me yê jorîn danîne
Hespê binê min rewan e Şopê malê we digerîne Na na wele min ê vê sibê Xwe berda zozanê me yê jorîn e Min bala xwe dayê
Sê kon vegirtî ne
Min ê ajotî pêşiya konê pêşî ne Min bala xwe dayê
Di bin de sê zerî ne Çavê wan reş e
Brûyê wan ê leglegî ne Dev û lêvê wan tenik e
Mîna pelê kaxizê cixarê spî ne Bikum û kolos û temezî ne Min ê bala xwe bida
Taximê sing û berê van karîxezalan Serê memikê wan sor e
Mîna sêvê Meletiyê Hinarê Dêrikê deqdeqî ne Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne Li ser mastê zêrîn û zîvîn e Zincîrê dorê xalis î muxlis î yadê zêrê zer î Reşadî ne Lo lo rebiyo qurbano Wez ê aşiq û sewdaliyê Bejn û bala a ortê me Zalima qîza zalima Navê wê Têlî ye Her duyên dina jê re Bûne kole xizmetçî ne Yek jê re qawê dikelîne A dinê destmal girtiye Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de dikir baweşîn e
Mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e Salê carekê serê xwe ne li zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne Siûd û talih û îqbala gelek xortan Li cem rebê alemê qe tu nîne Ez ê anuha li vê dera ha Şahidiya cemaata hazir bikim Jinê çê daîma dibin
Qismetê mêrê kotî ne
Were Têlî Têlî Têlî were Têlî
De lê lê Têlîyê lê lê lê
Min ê digo Têlîya min lê hayê Çavreşa min lê hayê
Bejn zirava ber dilê min rabe lê hayê Bila qeda û heftê bela
Bê li zewaca dilketinê Wer li çar rokê vê dunyayê Malê bavê min çi qas pir be Temamî bavêjim terkiyayê Ser serê teresê bavê te Lê çima qelenê Bavê te dernayê Na na wele wez ê Aşiq û sewdaliyê Bejn û bala Têlîyê bûme Mîna hêsira pepûka evdalan Bi baba dewrêşî
Wezê ji xwe re digerim Li rûkê ve dunyayê
Min ê pe da pê da xwe berda Şamê Helebê Humûsê Hamûdê
Humayê Kerkûkê Kerbalayê Min ê xwe berda
Mekka mukerrem Medîna mûnawer Kiriye tewafiya kevirê
Heeceruleswed ciyê tobayê Min ê xwene avêtî girê Erefayê Na na wele min digo
Ji wetana wetenkî tahir î muqedes î Sebr û deyaxa min
Lawikê xelkê lê nayê Min ê pê da xwe Berda bajarê Iraqê
Serê kuçe û sûk û gêdûkê vê Bexdayê Sibe ye min dî
Keçikek rûnîştiye li binê dara çinarê Ji xwe re dixwîne quranê
Mane dike rûpelê Bimbareka vê emayê Wele min ê qasekî
Bal û dêhna dilê xwe didayê Keçikê bang dikir digo
Lo lo lawiko mahrûmo stûxwaro Tu çima li min dinihêrî
Ji min re dibêjin Meyramayê Tu were vê sibê
Li kêleka min rûnê
Ez ê ji te re bixwinim quranê Mane bikim rûpelê
Mubareka vê ûmayê Hetanî sala sed û yekê Tu li kêleka min bî Tu carî mirina gewrik Her çar royê dunyayê Li bîra te nahê
Têlî Têlî Têlî were Têlî
De lê lê zalimê lê lê lê Rebiyo qûrbano sibe ye Wezê diçûm mala
Bavê Têliya xwe bi mêvanî Rebiyo qurbano wez ê diçûm Mala bavêTêliya xwe bi mêvanî Mîna hêsîra pepûka evdala Li ber qwulikan û pacan
Min ê vê sibê ji xwe re kir guhdarî Min bala xwe dayê
Têlî sala par vî çaxî Delalîka ber dîlê min bû Sala îsalî ji xwe re ketiye
Bext û tola kalê Heftê û heştê salî Na na wele kor poşman Ez ê vedigeriyam
Dîsa li ber qulikan û pacan Li ber dîwaran
Min ê stû xwar kirî
Ji xwe re vê sibê kir guhdarî Min bala xwe dayê
Ji terefê Rebê alemê Xanî li min qul dibû
Bulbulekî ji esmanê hefta hat Vê sibê li ser çok çingî min danî Bi min re xwendiye
Bi kurmancî bi zazakî bi romanî Vê sibê disa bi çil û çar zimanî Digo lo lo lawiko mehrûmo stûxwaro Meqsed û muradê dilê te çi ye
Min ê digo meqsed û muradê Dilê min Têlî ye
Digo bi sonda qesemê
Meqsed û muradê te û Têliyê Li vê dunyayê nabe
Êwê here cenata baqî Lo lawo erşê alî Min dî wê gavê Têlîyê serê xwe rakir Ji nava ciya û livinan Balgiyan bang dikir
Digo lo lo lawiko mehrûmo Rûreşo vireko derewîno
Zozanê Bingol û Şerefdînê bişewite Salik û dozde mehê Xwedê
Me biçem û kanî
Na na wele ji heft saliya min û te de Hetanî emrê me
Bû şazde û pazde
Em ê tê de bi hevdu re geriyane Bi xortanî lo lawo bi qîzanî Le kuliya zimanê te nexwaribû Ava reş bi çavê te de nehatibû Tiliya min di çavê te re neçûbû Rokê te yê ji heval û hogirê Dora xwe re bigota
Dilê min ketiye Têliyê Wê gavê min û te Me yê hevdu birevanda Tu yê ji min re bibûya malxwe Wezê ji te re
Wele tu yê vê sibê
Li hal û demê min napirsî Wezê ketime tora
Vî kalê heftê û heştêsalî Rojê carê mirin çêtir e Ji min re ji vî halî
Were Têlî were Têlî were Têlî
14. XALÊ CEMÎL Û WERDEM XANIMÊ
Ev berhema hêja ya wêjeya me ya Devkî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve rasterast kilam e. Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê helbestê, di durûvê hilberînên wêjeya Devkî ya gelî de ne.
Kilam ji devê keçikê hatiye girtinê. Ji aliyê mijarî ve li ser evînê hatiye gotinê. Xalê Cemîl ku dil berdaye Werdem Xanimê, bi temenê xwe kal e. Ev her du kes, diavêjin ser hev û du. Werdem Xanim hê li gorî Xalê Cemîl piçûk e.
Xalê Cemîl Xalê Cemîl Xalê Cemîl wez gune me
Lo lo Xalê Cemîl min bi heyrano Wele tu yê extiyarê dîno
Ez gede me
Lo lo Xalê Cemîl emrê te ye Çûye çil û pênca
Wez çarde me
Lo lo Xalê Cemîl malşewitiyo Tu yê ji min vegera be
Wezê stûxwar im bêçare me Xalê Cemîl malşewitiyo Wezê ne pariyê devê Murdarê fena te me Xalê Cemîl ez gune me Xalê Cemîl digo Lê lê Werdem Xanimê
Sibe ye min û diyarê Qerdîlekê Lê lê Werdem Xanimê
Min bi heyranê
Qamkinikê lê meşwerdekê Wele tu yê gohê xwe Mede qise û gotinê Galegalê şeytan û fesada Fesadiya xelkê
Bila Xwedayê teala biqedîne Muradê min û Werdem Xanimê Şevekê ji şevê payizê
Heta şeveqa sibê Bila wê çaxê
Li ser singê min peya be Qasidê mîrata qolfelekê De gidî lê lê
Gidî lê lê Werdemê Dêgawirê bavecemê
Ez ê qasekî rûniştima li kêlekê Li balê dîsa wa le cemê Gidî lê lê lê Werdemê Lo lo Xalê Cemîl malxerabo
Wele tu yê ji min gera be tu mezin î Li şûna xalê min î
Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î Lo li şûna bavê min î
Lo lo Xalê Cemîl ez gede me Malxerabo wele tu mezin î Lo lo Xalê Cemîl
Tu yê nebe sebebê Lo lo qedera min î Xalê Cemîl wez gune me Xalê Cemîl Xalê Cemîl Lo ez brîndar im Wez ê brîndarê Destê kesê kal im
15. KILAMA NUSREDÎN Û XATOYA ŞELMO
Hilberîneke hêja û şayanê şanaziya hunera Kurdî ye. Cureyê berhemê yê wêjeyî kilam e. Xwedî pîvan û qafiyeya hilberînên wêjeya Gel e. Dîsa teşeyê xwe yê nezmî ne çarîn be jî, di tayê helbesta gel de ye.
Herêma ku ev kilam jê derketiye, kana eşîra Bekiraniyê ye. Gundê Şelmo ku dema berê Kurmanc û gelê Ermen, digel hev û du, tê de bi salan bi kirîvatiyeke xalis û muxlis jiyane, gelek rojên seyr dîtiye. Li gorî şêniyên vî gundî Şelmo, sê caran hatiye şewitandinê; sê carên din hatiye avakirinê. Kilam bi mijara xwe li ser evînê ye. Ji devê keça bi navê Xato ku, dilê xwe berdaye Nusredînoyî, dixwaze dilketiyê wî biê wê bixwaze yan jî birevîne, hatiye gotinê. Tiştê ku heye, me çîroka vê kilama xweş, ji gundî û rûniştiyên gundê Şelmoyê kir. Xatiya Wesîle ku, şelmoyî ye, anuha li gundê Kenikê rûdinê dibêje ku, kesê ev kilam derxistiye, mêr e...?????????????????????????????????????????????? Jixwe bavê wê merivekî pereperest e û dilê wî heye ku, keça xwe bêdil bide merivên perepirî. Keçik jî hêrs bûye ji bavê xwe û li çareyên felata xwe digere.
Hay lo delal hay lo delal Nusredîno wezê hatime Şewitiya Şelmo li hember e Tu yê şevekê were
Têkeve hewşa mala bavê min Qeflekî berx û miya bive here
Tu yê têkî çarşiya welayeta Diyarbekir Qeza Batmanê bifroşe
Temam têke ser e
Tu yê ji xwe re bide bi tivingê Bi demançê bi qotek xencer e Tu yê şevekê werî kêrekê
Li ser dilê qebraxê bavê min bixe Ew ê herin gilî bikin
Muxtar û ezayê gundê me Temam bêne ser e
Ez ê perçekî rûnê helandî
Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e Muxtarê vî zemanî elimandine
Ew ê ruşwet û bertîlên xwe bigrin Li oxura xwe here
Ez ê bibêjim gelî musulmanan Ez şahidim ji vira
Heta roja qiyametê Ji heftsaliya bavê min de Evê kula hanê
Li ser dilê vî qebraxê bavê min bû Hema bi emrê Xwedê dîsa
Deqeyê wî hat dêranê Ji xwe re daye ser e
Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal
Hay lo delal hay lo delal tu newêrî
Nusredîno ez hatime şewitiya Şelmo Bişewite me bitehtik e
Wele Xato yeka
Bejinzirava devliken e xunxweşik e Min dî Xato cotê cêrê nû hilanî Qesda Kaniya Sako dike Hema li ser kaniyê disekine
Cotê cêra li tehtê dixîne û helhel dike Xato dilezîne wê gavê
Daw û delingê xwene hil dike Berê xwe ni dida Kaniyahenê Çemê Bazo Çaya Balika Li cem Şêx Sebrî
Şêx Sebrî digo qîza min Tu were derdê xwe bibêje Dîsa sibe ye ji xwe re Xwedê xêr bike Erê Şêxê mino Ezê bi ocaxê te kim
Derdê dilê min evdala Xwedê pur e ne hindik e
Evî kawisê bavê min Rojê min ê
Bi heft heva re bazar dike Eger tu înan nakî
Yek jê Hemoyê Pero ye Wa ye rûniştî ye li quncik e Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e Qumur Ûsuvê Nûrê
Yekî gwurî ye serê wî bikevnik e Ê lê bedra şêxa heye
Tewrî jê re dibêjin Sewadiyê wî Belik e Li ser setê li Kaniyahenê Rojê barê wî derew û vira dike Berê xwe nede walîlîxa Sêrtê Li qeza Batmanê gilî dike Bi sonda qesemê
Pênc quruş pere
Di cêva wî qebraxî qe tuneye Lê çavê wî lê ye
Bi fortan û viran û derewan Taximê sing û berê min keçikê Mîna mulkê Kaniyahenê Li ser xwe
Mor û mezbet û tapû bike Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lodelal tu newêrî
(Di dirêjahiya vê derê de ev malik lê hatine zêdekirinê) Êlê şêxê mino wele dilê minê
Di yekî de heye Navê wî Nusredîn e
Yadê rebenê wele bi eslê xwe Seyd e qebraxo ditirse
Ji xema dilê min re kezebkeçik e Hawara Xwedê wele sebra min heye Ez ê soz û qewlê rebî pê re deynim Lê dayê rebenê wele gava
Bê û min ji xwe re birevîne
Em ê heta Dara Kurê Rewanê herin Ew ê gaziya şivan û gavanê
Le tirsa min ê ji wê tirsê
Wê min di cî da bihêle û bireve Dîsa kor poşman bi ser
Mala wî qebraxê bavê min da vegerîne
Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal
(Têbinî: Di bandê dawî yê dengbêjî de, ev malikên han jî hene:) Derê hay lo delal hay lo delal
Hay lo delal Nusredîno Êlê Nusredînê min ê
Bi eslê xwe Seyd e bizdonek e Qebraxo ditirse ku çakêt bê te nîno Ez ê rojê du cara
Û sê cara dibêjimê malxerabo Ji xwe re were min birevîno Xwedayê min pê dizane Qebraxê bavê min Merivekî pur derewîno Bi sonda qesemê tu qelenekî Ji Nusredînê min nastîno Ez ê dikim û nakim
Qam û qudûm û çoka cinya naşidîno Nayê bi destê min karîxezalê
Nagire ji xwe re dîsa narevîno Gidî de hay lo delal hay lo delal De hay lo delal malxerabo Çima tu newêrî
16. KLAMA HEBÎBAYÊ
Ev kilam ji alî mijara xwe dilînî ye. Li ser bengîbûnê hatiye gotinê. Berhem ji devê keçê hatiye girtinê. Cureyê wêjeyî yê vê helbestê kilam e. Pîvana wê mîna ye pîvana kîteyî. Herweha qafiyeya xwe jî qafiyeya zengîn e. Teşeyê xwe yê nezmî, her çendî ne çarîn be jî, nêzî teşeyên nezma hilberînên wêjeya Devkî ye.
Dîsa keçikê bêdil dane mêr, nehiştine ku bigihîje dilketiyê xwe. Wê jî rabû ye ev klam derxistiye. Bi vî awahî gazinên xwe aniye zimên. Gotinên kilamê, bi gazincên ku ji erf û edetên nerast ên civaka Kurd hatine dagirtinê.
Eman eman eman Eman de hoy weman e Min dî keçikê bang dikir digo Lawiko bila mala te xera be Lê wele tu navê min nizanî
Navê min keçikê Hebo ye De hoy hoy lo Hebîba ye Min ê li vê dunyayê Ne siûd e ne şans e
Ne qeder e ne muqteda ye Lê taximê sing û berê min keçikê Ji te re mîna hunguvê zeya Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê Porteqalê Yafayê
Sêvê Meletiyê şêrîn e
Wele salik û dozde mehê Xwedê Tehma mîratê wî
Gezo ye tim tê de ye Malxerabo eger tu Ji mêra mêrekî baş î Werî bi destê min
Karîxezalê bigre birevîne Em ê berê xwe bidine Zozanê me yê jorî Welatê Serhedê qatimîka Wî şêxî lo cem Riza ye Ez ê qe nizanim
Siûda min û talih tune Ez ê ketime tora heram Şindo nemendî mêrê xerav Derdê wî nayê kişandinê Na na wele mîna
Roviyê beyara bûmê palaxa Kozikê besta eyşatê rêxê golgeniya Ji êvarê heta şeveqan
Serê sibê belxemê davêje Ji hal demê xwe re dinale Li ser taximê
Sing û berê min keçikê Kûrekûrê wî ye
Fenanî kundê de hû hû Li ser qoça ye
Eman eman eman eman De hoy hoy eman eman Keçikê bang dikir digo Lê lê dayikê
Bila mala te xera be
Şevê payizê reş û dirêj derbas nabe Na na wele sibe ye
Min dî Şemê dişêwirî Min bala xwe dayê min dî Find û fenerê gundiyan Û maliya tev temirî
Agirê mala bavê min tefiya Çira mala bavê min dişixulî Na na wele ji êvarê
Heta şefeqa serê sibê
Di nava ciyê xwe de xew nekirî Ji şeveqa tarî de
Min bala xwe dayê Mîna carê caran Delalîkê dilê min Ji orta mehelê hato
Saqoyê wî di nava milê wî de bû Li bayê bezê di êşîka
Derê mala bavê min ra dibuhurî Rebiyo qurba bê lome be
Min ê heta kambaxa pencerê vedikir Zûka derbas dibû
Bi qandî gêrîkî
Çerxiya paniya qondera rastê Pêmalo ji min ve xuya kirî Mêrdewana mala bavê min Sî û pênc derece bû
Wê gavê pêxwas û serqot Min ê xwe berda xwarê Na na wele ew şûna ku Delalîkê dilê min pê lê kiribû Erda havînê min ê
Hema devê xwe kirî
Ji hal û demê xwe re maçî kirî Gelekê mîna cemaeta hazir godara Wê gavê derdiketin derve
Ji min re digotin Hebo Bila mala bavê te xera be Vê sibê çi bûye çi ciriyaye Tu yê li orta meydanê Xwe ji dîn û îman kirî Min ê digo gundîno malîno Xwedê hebîna
Hûn ê loman û gazina Ji min nekin
Derdê dilê min Pur î zorî çetîn e Ji mintirê ez vê gavê Li ser Girê Erefê Wextê nimêjê hatî Min nimêja xwe kirî
Meka mukerem Medîna munawer Li qarşî çavê min e
Li pêşiya temamê hecaca Ez ê ji xwe re